Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 13 sal bidarvekirina 5 çalakvanên siyasî, hê jî termê wan bi malbatên wan re nehatine dan

11:17 - 9 Gulan 2023

Piştî derbasbûna 13 sal ji bidarvekirina “Ferhad Wekîlî, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan” re derbas dibe û rejîma Îranê hê jî termê wan şehîdan bi malbatên wan re nedane.

Îro roja Sêşemî 19ê Banemerê, 13emîn salvegera şehîdkirina çalakvanên siyasî yên Kurd, “Ferhad Wekîlî, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan” ku di dadgeheke şanoyî ya 6 xulekan de cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandinê û bê aghdariya parêzer û malbatên wan, di girtîgeha Êvîn a rejîma Îranê li bajarê Tehranê de bi nihênî, hatibûne bidarvekirin.

Bidarvekirina wan çalakvanên siyasî yên Kurd di halekê de bûye ku dosyeyên dadgehîkirina wan tejî kêmasiyên yasayî bûne û dadgeha rejîma Îranê bi awayekî şanoyî û di 6 xulekan de cezayê bidarvekirinê bi ser wan şehîdan de sepandibû.

Piştî derbasbûna 13 salan ji bidarvekirina  “Ferhad Wekîlî, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan”, rejîma Îranê heta niha jî termên wan şehîdan bi malbatên wan re nedane û malbatên wan nizanin ku heta tirba wan şehîdan li kuderê ye.