Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Perwerde û Hînkariyê li Kirmaşanê rê nade ku mamoste bi cilên Kurdî biçine xwandingehan

11:47 - 9 Gulan 2023

Parastina Îdareya Perwerde û Hînkarî ya rejîmê li bajarê “Kirmaşan”ê rê neda ku “Celîl Ahengernijad” mamosteyê taybet û Berdevkê Navenda Hînkariya Bilind û Xwandingehên Kirmaşanê bi kincên Kurdî li polên xwandinê de amade be.

Her di vê derheqê de navbirî li ser rûpela xwe ya “Instagram”ê îşare bi vê yekê kiriye ku rê ji wî re nehatiye dan ku bi cilûbergên Kurdî li ser polên xwandinê amade be; herwisa navbirî nivîsiye ku: “Kirmaşan ku wekî mezintirîn bajarê Kurdistanê nav didin, çima divê nehêlin di bajarekî wiha û rewşekî wiha de, sadetirîn û asayîtirîn mafê her mirovekî cilûbergên wî ye, dijayetî digel bê kirin?.”

“Celîl Ahengernijad” di warê nivîskariyê de jî çalakî heye û xwediyê 30 sal pêşîneya wanegoyê di xwandingehan de û herwisa 15 sal wanegotin di navendên hînkarî yên taybet û bilind de ye.