Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sizayê girtîgehê û lêdana qamçiyan bi ser mamoste “Sabîr Xudamuradî” de hate sepandin

10:28 - 2 Gulan 2023

Mamosteyê olî yê Kurd û pêşnimêjê Mizgevta taxa Qewx a ser bi bajarê Seqizê yê bi navê “Sabir Xudamuradî”, ji aliyê Dadgeha Mamostayên Olî ya rejîmê li bajarê Hemedanê, cezayê girtîgeh û lêdana qamçiyan bi ser de hate sepandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mafê Mirovî ya Hangawê, sizayê 7 meh girtîgeh û lêdana 72 qamçî, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamostayên Olî ya rejîmê li Hemedanê, bi ser mamoste “Sabir Xudamuradî”, mamosteyê olî yê Kurd de hatiye sepandin.

Agehî behsa vê yekê dikin ku, cezayê hatî sepandî bi ser navbirî de, roja 11ê Banemerê pê re hatiye ragihandin.

Mamoste “Sabir Xudamuradî” mamosteyê Kurd û pêşnimêjê Mizgevta Qewx ya bajarê Seqizê, di dema şoreşa Jînayê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû gazîkirin û lêpêçîn digel hatibû kirin; navbirî herwisa roja 2ê Rêbendana 1401 a Rojî, bo cara duyem jî, ji bo Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê hatibû banghêjkirin.