Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê Serpila Zehawê bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû

11:55 - 9 Gulan 2023

Welatiyekî xelkê bajarê “Serpila Zehaw” ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê bi sedema teqîna mîna paşmayî ya şerê di navbera Îran û Îraqê, bi dijwarî birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê belav kiriye, ku roja Duşemî 18ê Banemera 1402 a Rojî, welatiyekî xelkê Serpila Zehawê bi sedema teqîna mîna paşmayî ya şerê di navbera Îran û Îraqê de li nêzî bendava “Ezgele”yê li “Serpila Zehaw” bi dijwarî birîndar bûye.

Herwisa “Hengaw”ê belav kiriye ku ew welatiye bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek li derheq nasnameya wî welatiyê Kurd li ber dest de nûne.

Bi sedema teqîna cebilxaneyên paşmayî yên şerê di navbera Îran û Îraqê de, her salê çendîn welatî li Rojhilatê Kurdistanê dibin qurbanî û rejîma Îranê bi zanebûn gulleyên top, xompare, narincek, mîn û alavên din ên teqînê li binke û paygahên xwe yên kevn û meydanên mînan û cihên şer de bi cih hiştiye.