Rêxistineke Amerîkî ya bi navê “Freedom House” ku piştevaniya demokrasiyê ye, xelata xwe ya sala 2023an bi sedema pêbendbûn û çalakiya berdewam a jinên xwenîşander ên Îranê ji bo pêşxistina azadî û demokrasiyê, da wan.
“Maykêl Abramuwîtz”, Serokê “Freedom House” wate “Mala Azadî”, rêxistina Amrîkayî ya piştevanê demokrasiyê, tevî îşarekirin bi biryara rêxistinê ya pêşkêşkirina xelata xwe bi jinên xwenîşanderên Îranî re, bi sedema netirsiya wan ya bêhempa, got: “Di demekê de ku jinên Îranî ji her qatekê zêdetir rûbirûyê binpêkirina mafê mirovî û serkuta hovane dibin û ji bo azadiyê şer dikin, divê civatgeha cîhanê piştgiriya wan bike”.
“Antonî Bilînken”, Wezîrê Derve yê Amerîkayê ku di vê rêûresmê de beşdarî kiribû, daye zanîn: “Sedan hezar jinên Îranî bi mehan e ku bi piştevaniya mêrên hevnîştimanên xwe û tevî rûbirûbûna hovanetirîn serkutê, daxwazkarê rêzgirtin ji mafê xwe yê bingehîn in”.
“Blînken” tevî îşarekirin bi hewlên Amerîkayê bo alîkariya xelkê Îranê bo gihîştin bi înternetê, ew îmkanatên înternetê amûreke pêwîst ji bo xwenîşanderên Îranê bi nav kir da ku ji rêya wê yekê re binpêkirinên mafê mirovî li hundirê welat, belav bikin.
Rêkxistina “Freedom House” an jî “Mala Azadî”, ku di warê lêkolîn û piştgirîkirin ji demokrasiyê, azadîyên siyasî û mafê mirovî de kar dike, her salê xelata xwe ya taybet pêşkêşî kesayetiyên navdar ên ku di berfirekirina azadî û demokrasiyê de xebat kirine, dide.