Heft girtî li girtîgehên Recayîşehir û Qizilhesar yên rejîmê li bajarê Kerecê bi tohmetên pêwendîdar bi “madeyên hişber û destdirêjiyên regezî” îro hatine bidarvekirin.
Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, sipêdeha îro Çarşemî 20ê Banemerê, cezayê bidarvekirina 3 girtiyan li girtîgeha “Qizilhisar” a rejîmê li bajarê Kerecê yên bi navên “Ebdulhusên Îmamî Muqedem” xelkê bajarê “Koyeşt” ê parêzgeha “Luristan”ê, “Babek Aqayî û Husên Pencik” yên bajarê “Tehran”ê hate cîbicîkirin.
Ev 3 kesên hatinî bidarvekirin heyama 10 sal bû ku di girtîgeha rejîmê de bûn û ji aliyê binav Dezgeha Dad a rejîmê ve cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Herwisa Hengawê belav kiriye, ku şeva derbasbûyî malbata wan sê girtiyan li hember girtîgeha “Qizilhesar”ê kom bûn û daxwaza hilweşandina cezayê îdama wan kiribûn, lê hêzên rejîmê bi batoman û gefxwarin û avêtina gaza rûndikrêj dawî bi kombûna wan malbatan anîn.
Ji aliyeke dinê ve, hevdem cezayê bidarvekirina 4 girtiyên din bi tohmeta “destdirêjiyên regezî” li girtîgeha “Recayîşehr” a rejîmê li bajarê “Kerec”ê hate cîbicîkirin.
Nasnameya wan 4 kesan heta niha rohn nebûye.
Ev 7 girtî rojek beriya bidarvekirinê bo odeyên takekesî yên girtîgeha rejîmê hatibûne veguhastin.
Rejîma Îranê di wan mehan de bi dehan xelkê Îranê bi taybet yên netewên bindest ên Kurd û Belûç di reşçalên xwe de îdam kirine û îdamkirina wan di halekê de ye ku tohmetên wan madên hişber bûne, û eva jî wedigere li ser vê ku xwedê rejîma Îranê bi zanebûn madên hişber di nav xelkê de belav dike û piştre wan digire û wan bi heman tohmetê îdam dike û ji aliyek dinê ve jî, Spaha Pasdaran bi sedan ton madên hişber bi qaçaxî bo derveyê welat vediguhaze.