Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li bajarê Sinê du mamoste ku li xwenîşandana nerizayetî ya mamosteyan li bajarê Sinê de beşdarî kiribûn, binçav kirine û qedera wan heta niha rohn nebûye.
Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di raporekê de belav kiriye, ku roja Sêşemî 19ê Banemera 1402 a Rojî, mamosteyê malnişînkirî yê bajarê Sinê “Fatih Osmanî” ku li kombûna nerizayetî ya mamosteyan li bajarê Sineyê de beşdarî kirbû, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.
Herwisa “Kurdpa”yê daye zanîn, ku roja Sêşemî 19ê Banemerê, mamosteyê civaknasî û çalakvanê Sendîkaya Mamosteyên bajarê Sinê, “Ferzad Sefîxanpûr” jî, di kombûna nerizayetî ya mamosteyan de li bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.
Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê roja Sêşemî 19ê Banemerê, li şeqama “Ikbatan” a bajarê Sinê de rêgirî ji birêveçûna kombûna nerizayetî ya mamsteyan kirin û li şeqama “Taliqanî” ya vî bajarî de êrîş kirbûne ser mamosteyan û bi awayekî hovane li mamosteyan dabûn.
Hêjayê gotinê ye ku mamosteyan bi lidarxistina kombûna nerizayetî li şeqamên bajarê Sinê de dirûşmên wek “Jin jiyan azadî” û “mamosteyên girtî divê bêne azadkirin” dan.
Mamosteyan li Îranê û li ser banghêjiya Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamosteyên Îranê di vê rojê de bo pêregihîştin bi daxwaziyên xwe, li ber deriyê Îdareyên Perwerde û Hînkariyê, kombûnên nerizayetiyê lidsar xistibûn.