Welatiyekî xelkê “Serpila Zehaw”ê ku bi sedema teqîna xompareya paşmayî ya şerê Îran û Îraqê li “Selasa Bawecanî” hatibû birîndarkirin, bi sedema kûrahiya birînan, canê xwe ji dest da.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, sibêdeha roja Sêşemî 19ê Banemerê, welatiyekî xelkê bajarê “Serpêla Zehaw”ê yê bi navê “Ezîzmurad Şems” ê temen 43 salî ku li bajarê “Selasa Bawecanî” de bi sedema teqîna xompareya paşmayî ya şerê Îran û Îraqê hatibû birîndarkirin û bo nexawşxaneya “Taliqanî” ya bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin, bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da.
Herwisa Hengawê daye zanîn, ku ew welatiye parêzvanê bendava “Çengerban” a bajaroka “Ezgele” yê ser bi bajarê “Selasa Bawecanî” bû ku li roja Duşemî 18ê Banemerê li nêzî deriyê vê bendavê bi sedema teqîna gulleya xompareyê, zik, serûçav û çend cihên din ên leşê wî bi dijwarî birîndar bibûn.
Bi sedema teqîna cebilxaneyên paşmayî yên şerê di navbera Îran û Îraqê de, her salê çendîn welatî li Rojhilatê Kurdistanê dibin qurbanî û rejîma Îranê bi zanebûn gulleyên top, xompare, narincek, mîn û alavên din ên teqînê li binke û paygahên xwe yên kevn û meydanên mînan û cihên şer de bi cih hiştiye.