Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên parlemana Swêdê bona bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve

10:57 - 11 Gulan 2023

Nûnerên parlemana Swêdê, gelaleya Komîteiya Pêwendiyên Derve ya wî welatî ya li derheq bi terorîst nasandina Spaha Pasdarana rejîma Îranê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve û zêdekirina Spahê bi lîsteya reş a Saziyên terorîstî, pejrandin.

Roja Çarşemî 20`ê Banemera 1402`ana Rojî, 349 endamên parlemana Swêdê gelaleya binavkirina Spaha Pasdarana rejîma Îranê wek rêxistineke terorîstî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve pejrand in û ji hikûmeta wî welatî daxwaz kirin ku hemû hewlên xwe ji bo zêde kirina navê Spaha Pasdaran di nav lîsteya reş a saxiyên terorîstî de bikar bîne.  

Di vê derbarê de “Markus Wickel” endamê parlementoya Swêdê dengê erênî yên hemû parlementeran li ser binavkirina Spaha Pasdaran weke terorîst bi dîrokî binav kir.

Wî nûnerî li ser twîtterê nivîsî: "Em niha ji bo rûbirûbûna li hember binpêkiriyên rejîma Îranê û dabînkirina azadî û mafên takekesî yên gelê Îranê kar dikin."

Parlamentera Swêdê ya bi eslê xwe Îranî Azade Rechan got: "Bi pejrandina vê gelayeê, dewleta Swêdê erkdar kiriye ku hemû hewlekê bona bi terorîst nasanadina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê bide.

Swêd wê di nava 50 rojên din de serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê bigtire bi stûyê xwe.