Li girtîgeha “Dêzilava” ya bajarê Kirmaşanê welatiyekî temen 34 salî hat bidarvekirin.
Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê Sipêdeha roja Çarşemî 20ê Banemerê, cezaya bidarvekirina welatiyekî Kurd yê bi navê “Sabir Peyamiyan” temen 34 salî û xelkê bajarê “Îslamabad”yê Kirmaşanê li girtîgeha “Dêzilava” a vî bajarî hat cîbicîkirin.
Navbirî li sala 1401an a Rojî bi tawana “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê bi nav Dezgehên Dad yên rejîmê ve bi îdamê hatibû cezadan.
Ji aliyek din ve duh hevdem digel bidarvekirina wî welatiyê Kurd cezayê bidarvekirina 7 girtiyan li girtîgeha “Qizilhisar û Recayîşehir” a rejîmê li bajarê Kerecê hatine cîbicîkirin.
Li destpêka vê heftiye heta îro 8 kes ji aliyê rejîma Îran ve bi awayekî eşkere hatine bidarvekirin.
Medyayên girêdayî rejîmê li derheq nûçeya bidarvekirina wan 8 kesan ti nûçeyek belav nekiriye.