Welatiyekî xelkê bajarê Hersîn a Kirmaşanê di girtîgeha bajarê Tehranê de bi sedema lêdan û îşkenceyên zêde canê xwe ji dest da.
Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê roja Duşemî 18ê Banemerê, ciwanê temen 31 salî yê bi navê “Saman Derwîşî” û xelkê bajarê “Hersîn”ê yê girêdayî bajarê “Kirmaşan”ê di girtîgeha bajarê “Tehran”ê de bi sedema lêdan û îşkenceyên zêde yên hêzên rejîmê li girtîgehê de canê xwe ji dest da.
Çavkaniyek agehdar bi “Kurdpa”yê re ragihandiye ku, ev girtî li “Tîpa 2” a girtîgeha “Tehran”ê de rastî lêdan û îşkencekirinê hatibû.
“Saman Derwîşî” salek beriya niha bi tohmeta “Diziyê” hatibû binçavkirin û di vê heyamê de bi sedema vê yekê ku di dema binçavkirinê de yek ji hêzên rejîmê birîndar kiribû rastî lêdan û îşkenceyên zêde hatibû.