Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

di encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Felestînê de, fermanderê Yekeya Mûşekî ya Cîhada Îslamî hat kuştin

11:51 - 11 Gulan 2023

Di êrîşa duh şeva Hêza Esmanî yên Îsraîlê bo ser Nevara Xezeyê de, Fermanderê Yekeya Mûşekî ya girûpa Cîhada Îslamî yê bi nave “Elî Xalî” hat kuştin.

Şeva Çarşemî 20`ê Banemerê, Hêza Esmanî ya Îsraîlê ragihand ku di wan êrîşan de armanca sereke ya me, ji navbirina binyata bernameyên mûşekî yên Cîhada Îslamê bûye û di vê êrîşê de “Elî Xalî” Fermanderê Yekeya Mûşekî yê girûpa Cîhada Îslamî hatiye kuştin.

Herwisa Gordanên Quds yên taya leşkerî yên girûpa Cîhada Îslamî ragihandiye ku, ev fermanderê wê girûpê di Rojava Nevara Xeze de hatiye kuştin.

Pêka gotina Artêşa Îsraîlê hêzên Esmanî yên wî welatî, herî zêde 100 nokte di Nevara Xezeyê de de kirine armanc ku ji wan, saytên berhemanîna çep û teqemiyan in.

Her di vê pêwendiyê de Serokwezîrê Îsraîlê “Benjamin Netanyahu” şeva Çarşemî 20ê Banmerê got: Îsraîlê derbeya herî giran di dîrokê de li girûpa Cîhada Îslamî xistiye.

Roja Çarşemî grûpên çekdar ên Felestînî li Xezeyê de bi sedan rokêt avêtin Îsraîlê û li hember vê yekê, artêşa Israîlî zêdetir ji deh armancên girêdayî çekdaran li Xezeyê kirin armanc, ku tê gotin şerê herî dijwar di navbera her du aliyan de di heyama 9 mehên borî de ye.