Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama 72 demjimêran de 10 şewatberên Belûç ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin

12:53 - 11 Gulan 2023

Pêka nûçe û zanyariyên belav bûyî li roja 17ê Banemerê heta îro ku dike 72 demjimêr 10 şewatberên Belûç yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi sedema lipeyketina hêzên rejîmê û revîna wan di nava rêyan de rastî bûyerên hatinûçûnê hatine û canê xwe ji dest dane.

Pêka zanyariyan di nava wan 10 kesan de zarokek temen 17 salî jî hebûye.

Ji aliyek din ve jî di roja 16ê Banemerê hevwelatiyek din yê Belûç ku şewatber bû bi sedema teqekirina hêzên rejîmê, maşana vî rastî agir girtinê tê û maşîna wî dişewite û xwe jî bi sedema vê yekê ku nekariye ji maşînê bê derê dişewite û canê xwe ji dest dide.

Herwisa li rêkevta 13ê Banemerê 3 şewatberên din bi sedema agirgirtina maşîna wan canê xwe ji dest didin.

Pêka amarên destpêkî di heyama 8 rojan de li Belûçistanê 14 şewatberên Belûç hatine kuştin.