Heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi banghêjiya fermî ya rêzdar “Mesûd Barzanî”, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, beşdarî di rêûresma “Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî” de kir.
Roja Pêncşemî rêkevta 21ê Banemerê, heyeteke Hizba Demokrat bi ser pereştiya rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, di rêûresma “Yadgeha Barzanî” de, li devera Barzan beşdarî kir.
Di vê rêûresmê de, berpirsên bilind ên hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ebdulletîf Reşîd Serkomarê Îraqê, Mihemed Şiya`i Sûdanî Serokwezîrê Îraqê û dehan şandên bilind ên navxweyî û bîhanî, ji wan Balyozê Amerîka li Îraqê û şandiya Netewên Yekgirtî, beşdar bûn.
Rêûresma vekirina “Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî” demjimêr 10ê sibêdeha roja Pêncşemî 21ê Banemerê, bi pêşwazîkirin ji mêvanan hate destpêkirin ku tevî pêşkêşkirina gotara rêzdar “Mesûd Barzanî”, çend berpirên din ên Îraqê jî gotarên xwe pêşkêş kirin.
Di beşek din a rêûresma vekirina “Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî” de, heyeta Hizba Demokrat tevî hemû beşdarbûyan, serdana tirba nemiran kir.