Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên Kongireya Amerîkayê daxwaz ji çendîn welatan kirine ku Spaha Pasdaran bi terorîst nas bikin

11:00 - 12 Gulan 2023

Nûnerên Kongireya Amerîkayê yên her du Hizbên Komarîxwaz û Demokrat, nameyeke hevpar bo serokê welatên “Ustraliya, Hindustan, Birîtaniya û Kanada”yê şandine û daxwaz ji wan kirine ku Spaha Pasdaran li lîsteya rêkxirawên terortîstî de zêde bikin.

Rojnameya “Dê Hîl” a Amerîkayê belav kiriye, ku 22 yasadanerên Komarîxwaz û Demokrat ên Kongireya Amerîkayê, roja Pêncşemî 21ê Banemerê bi nivîsandina nameyeke hevpar ku bi awayî cuda bo serokê welatên “Ustraliya, Hindustan, Birîtaniya û Kanada”yê şandine, daxwaz ji wan welatan kirine ku Spaha Pasdaran a Îranê li lîsteyê rêkxirawên terorîstî zêde bikin.

Wan Kongirêsmenên Amerîkayê di nameya xwe de nivîsandine: “Komara Îslamî ji piştevanîkirina terorîzmê di cîhanê de pêşeng e û Spaha Pasdaran binkeya navendî ya opersiyonên terorîstî li navxwe û derveyî Îranê ye”.

Herwisa di vê nameyê de hatiye: “Spaha Pasdaran a Îranê bi eşkere bo bi armancgirtina xelkê li seranserê cîhanê de fitneyan çê dike û çendîn dehik in ku wî karî berdewam dike; Tomarkirina Spaha Pasdaran wek rêkxiraweke trerorîstî, dê peyameke rohn bi Îranê re bide ku kiryarên wan ên terorîstî li dijî me û hevpeymanên me û xelkê bê tawan, nabe bê qebûlkirn û em qebûl nakin”. 

Roja Çarşemî 20ê Banemerê jî, parlemana Swêdê bi biryareke mirovperwerane, Spaha Pasdaran a terorîst, bi listeya rêkxirawên terorîstî zêde kiriye.