Roja Pêncşemî 21ê Banemerê, hevdem bû digel roja jidayîkbûna şehîdê serhildana Jînayê li Urmiyê, “Daniş Rehnima”, û malbat û xelkê gundê “Balav” yê ser bi Urmiyê li ser tirba wî di goristana “Balav”ê de rêûresma jidayîkbûna vî lidar xistin û sirûdên şoreşgêrî belav kirin.
Di wê rêûresmê de, dayîkên azadîxwazan bi berdana hin kotiran, roja jidayîkbûna şehîd “Daniş Rehnima” bilind nirxandin.
Li wir keykek hebû ku wêneya şehîd “Daniş” li ser hatibû resmkirin.
Tevî vê yekê hin nûciwan û zarokan kirasek wek hev lixwe kiribûn ku li ser kirasê wan tevî wêneya şehîd “Daniş”, li ser hatibû nivîsandin, “şehîd Daniş Rehnima”.
Amadebûyan di wê rêûresmê de dirûşmên nerizayetiyê dan û wan dane zanîn “şehîd namirin, Daniş qehriman e û şehîdê Kurdistanê ye”.
Paşê li ser tirba şehîd “Daniş” sirûda “Ey Şehîdan” hate danîn.
Şehîd “Daniş Rehnima” yê 25 salî û xelkê gundê Balav yê ser bi Urmiyê, êvareya Çarşemî 30ê Xermanana 1401 a Rojî, li serhildana “Jin Jiyan Azadî” li gundê Balavê de bi gulleya hêzên serkutkar ên rejîma Îranê hate şehîdkirin.