Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Grevgirtina bazariyên bajarê Seqizê ji bo piştevanîkirin ji malbatên şehîdan

11:43 - 13 Hezîran 2023

Îro roja Sêşemî 23ê Cozerdanê, dukandar û bazariyên bajarê Seqizê dukan û bazarên xwe daxistin û derheq girtina malbatên şehîdan ji aliyê hêzên rejîmê ve, girev girtin û piştevaniya xwe ji wan malbatan dane xuya.

Duh roja Duşemî 22ê Cozerdanê, xelkê azadîxwaz ên bajarê Seqizê bangewaziyek belav kiribûn û dabûne zanîn, “ji bo nîşandana nerizayetiyê derheq girtina malbatên şehîdên Sine, Dîwandere û Dêwolanê û tekezîkirina rejîmê derheq daxistina goristana Ayçiyê û rêgirîkirina çûna xelkê bo ser gorên şehîdan, em roja Sêşemî mangirtina giştî radigehînin”.

Her li ser bangewaziya xelkê azadîxwaz ên bajarê Seqizê, îro roja Sêşemî, dukandar û bazariyan bajarê Seqizê dukan û bazarên xwe daxistin û girev girtin.