Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêla hejarî li bajarê Tehranê gihaye 30 miliyon Tumen

11:51 - 13 Hezîran 2023

Karbidestên rejîma Îranê ragihandine ku hêla hejariyê li bajarê Tehranê di îsal de gihaye bi 30 miliyon Tumen û bi berhevdanîna wî nirxê digel sala derbasbûyî çendîn qat bilindtir bûye.

“Mihemed Baqir Benayî” Endamê Komîsyona Aborî ya Meclisa rejîma Îranê, bi tekezîkirin li ser zêdebûna hêla hejariyê û geşekirina rêjeya heşîmeta xelkê li Îranê û herwisa giranî û enflasyona di Îranê de, daye zanîn ku îsal hêla hejariyê li bajarê “Tehran”ê gihaye bi 30 miliyon Tumenî.

Tekezîkirina wî karbidestê rejîmê li ser gihiştina hêla hejariyê bi 30 miliyon Tumenî di halekê de ye ku Wezareta Kar ya rejîma Îranê di rapora xwe ya salane de ku 11 meh berî niha belav kiribû, hêla hejariyê li sala 1400 a Rojî, 7 miliyon û 400 hezar Tumen dabû zanîn û eva derxerê vê yekê ye ku di 2 salan de hêla hejariyê çendîn qat zêdetir bûye.

Nemana behayê perê Îranê û zêdebûna enflasyon û siyasetên rejîma Îranê li hember pirsên aborî, bûye sedem ku roj bi roj rewşa jiyane xelkê dijwartir be.

Her di vê derheqê de, “Elî Aqamihemedî” Serokê Girûpa Aborî ya ofîsa rêberê rejîmê, di meha borî de ragihandibû, ku 19 miliyon û 700 hezar kes li Îranê nikarin hewcehiyên jiyana xwe weke mal, kar, xwandin heta 12 salan, tendirustî, xwarin û cilûbergan dabîn bikin.