Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Norwêjê semînarek li dijî bidarvekirinan li Îranê bi rê ve çû

12:17 - 13 Hezîran 2023

Semînarek li jêr navê “bila em bi hev re canê wan rizgar bikin, ne bo bidarvekirin, bijî bo jiyan”, li welatê Norwêjê bi rê ve çû.

Roja Yekşemî 21ê Cozerdana 1402 a Rojî, semînarek ji aliyê Komîteya Norwêjî-Îranî bo piştevanîkirin ji şoreşa xelkê Îranê, li jêr navê “bila em bi hev re canê wan rizgar bikin, ne bo bidarvekirin, bijî bo jiyan”, li bajarê “Oslo”ya paytexta Norwêjê bi rê ve çû.

Ew semînare di du panêlan de bo 4 birêveberên civînê hate lidarxistin; Li beşa yekem de berpirsê “Rêkxirawa Mafê Mirov li Îranê” Dr. “Mehmûd Emîrîmuqedem” gotarek li ser binpêkirina mafê mirovî li Îranê pêşkêş kir û di gorata xwe de îşare kir ku piştî şoreşa “Jîna”yê, 475 kes hatine bidarvekirin ku 5 kes ji wan bi tohmeta beşdarîkirin di xwenîşandanan de bûye.

Piştre mamosteyê Zanîngehê û Lêkolerê warê Civaknasiyê Prof. “Şehram Elqasî”, bas ji xisarên bidarvekirinê ji dîtingeha civaknasiyê ve kir.

Di beşa duyê de berpirsê “Pêwendiyên Hêzên Kurdî û Îraniyên Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Norwêjê “Xusrew Qadirî”, gotarek li ser rewşa Kurdistanê berî şoreşa gelan li Îranê û hatinaserkar a rejîma Axundî, pêşkêş kir.

Herwisa di beşeke din a gotara xwe de bi piştgirêdan bi raporên Rêkxirawên “Çaw News û Hengaw”ê û herwisa rapora mehane ya “Encumena Girtiyên Siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê”, bas ji rêjeya binçavkirin, sepandina ceza, kolber û bidarvekirina binçavkiriyan kir.

“Xusrew Qadirî” di dawiya axavtinên xwe de îşare bi anîna hêz ji aliyê rejîma Îranê ve bo ser Kurdistan û sinorên destkird ên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de kir ku bi hêceta binke, bargeh û kempên hêzên Kurdistana Îranê li Başûrê Kurdistanê, dixwaze êrîşên leşkerî, mûşekî û dironî bo ser wan bike. Herwisa navbirî daxwaz ji kom û civaka cîhanî û aliyên din kir ku wan êrîşane şermezar bikin û civaka navnetewî hêleke sor bo rejîma Îranê diyarî bike.

Herwisa di vê beşê de, çalakvana mafê mirovî ya Belûç “Sipîde Sadiqî”, raporek li ser rewşa Belûçistanê û binpêkirina mafê mirovî ji aliyê rejîma Îranê ve pêşkêş kir.