Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Teşkîlata PDKÎ li derheq koça dawiya endamê berê yê Rêberiya PDKÎ li welatê Holendê

14:05 - 13 Hezîran 2023

Îsmet Ebdî, têkoşerê siyasî û endamê berê yê Rêberiya PDKÎ bi sedema celteya mêjî li welatê Holendê koça dawiyê kir.

Kekê Îsmet Ebdî ku roja Duşemî 22ê Cozerdanê (12ê Hezîrana 2023) malavayî li xelkê Kurdistan û hevçeperên xwe xwast, li sala 1334an a Rojî (1955) li gundê “Sakan” yê girêdayî devera “Soma” ya ser bi bajarê Urmiyê ji dayîk bibû.

Xwedêjêrazî ”Îsmet” piştî serkevtina serhildana gelên Îranê û eşkerebûna xebata PDKÎ li sala 1358an a Rojî, wekî ciwanekî xwandevan û xwedî hesta netewî refên PDKÎ bo xebat û têkoşînê hilbijard. Navbirî wekî kadrek Teşkîlatê li deverên “Soma, Enzel û Kinarberoj”ê erkê hizbî girte stuyê xwe û piştre wekî berpirsê Teşkîlatê li wan deveran navbang peyda kir.

Îsmet Ebdî, Xezelwera sala 1363an a Rojî, li çiyayê “Şêx Bazîd” ê li devera “Soma”yê li şer û pevçûneke giran û naberanber a hêza Pêşmerê Kurdistanê û hêzên serkutkar ên rejîmê bi dijwarî birîndar bû, lê piştî çêbûna birînên wî, bi moraltir ji berê ji birêvebirina erk û berpirsayetiyên xwe berdewam bû.

Îsmet Ebdî, Buhara sala 1364an a Rojî bû bi Endamê Navenda Agirî û Berpirsê Komîteya Araratê û li kongireya 7 ya PDKÎ ku her di vê salê de hate girtin, wekî Endamê Komîteya Navendî ya Hizbê hate hilbijardin û wekî Berpirsê Komîte Şaristan a Selmas û endamê melbenda Şumalê hate destnîşankirin. Piştî bûyerên kongireya 8, Îsmet heta sala 1369an a Rojî ku Kurdistan bi cih hêla û çû bo derveyî welat û li welatê Holendê nîştecih bû, kadrê tevaw dem yê Hizbê li çendîn organên derdora rêberayetiya Hizbê bû.

Nemir Îsmet Ebdî mirovek sadiq û dilsoz û bi ezmûn bû, ev xebatkarek cihê bawerê û wefadarê rêbaza PDKÎ bû, û di kar û erkên xwe yên hizbî de giran û qahîm bû. Lewma bi koça dawiya nemir Îsmet, gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê têkoşerekî wefadar yê PDKÎ û kadrek xebatkar û bi ezmûn yê xwe û yê devera Şumala Kurdistanê û kesayetiyek cihê hêviya paşerojê ji dest da.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û hevçeperên xwedîjêrazî Îsmet Ebdî û xelkê Şumala Kurdistanê û xwe bi hevparê xema wan dizane.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlatê

23ê Cozerdana 1402 a Rojî

13ê Hezîrana 2023an