Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina 5 welatiyên Pîranşehrê ji aliyê hêzên rejîmê ve

10:17 - 14 Hezîran 2023

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Pîranşehrê bi awayê bikom 5 welatiyên Kurd binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Pêka rapora Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, di heyama rêjên borî de, 5 welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê yên bi navên “Resûl Cewadîfer, Muhsên Cewadîfer, Mûsa Erdeşîr û Şefê`I Ezber”, bi bê hebûna belgên yasayî ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Hêjayê behskirinê ye ku du kes ji wan 5 kesan yên bi navên “Mûsa Erdeşîr û Resûl Cewadîfer” piştî lêpêçînê hatine berdan.

Herwisa her sê welatiyên din ên navbirî jî, her di girtîgeha Îtilaata Spahê de ne û ji qedera wan ti zaniyariyek ber dest nîne.