Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cebilxaneya girûpên rejîma Îranê bûne armanca êrîşa Îsraîlê li Sûriyê

11:11 - 14 Hezîran 2023

Çavdêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê ragihandiye, ku li êrîşa Îsraîlê bo ser derdora Demişqê, enbarên çek û teqemenî yên milîsên ser bi rejîma Îranê li nêzî balafirxaneya Demişqê bûne bi armanc.

Pêka rapora Çavdêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê, êrîşa roja Çarşemî ya 24ê Cozerdanê, 18emîn êrîşa Îsraîlê ji destpêka sala 2023an ve bo ser Sûriyê bûye û di wê heyamê de Ertêşa Îsraîlê 40 cih li Sûriyê kiriye bi armnac ku enbarên cebilxaneyî û navendên leşkerî ji xwe digire.

Wê rêkxirawê ragihandiye, ku ji destpêka sala Zayînî ve, li êrîşên Îsraîlê bo ser Sûriyê, 48 çekdar hatine kuştin û 18 kes ji wan hêzên Sûriyê bûne û 30 çekdarên din jî, hêzên ser bi girûpên rejîma Îranê bûne ku 5 çekdar endamên Spaha Pasdaran û 3 çekdar jî endamê Hizbulaha Lubnanê bûne.

Di heyam 10 salên şerê navxweyî yê Sûriyê de, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî kiriye ser binkeyên hêzên rejîma Îran, Hizbulaha Lubnan û Ertêşa Sûriyê û welatê Îsraîlê hebûna wan hêzên terorîstî di wan deveran de, bi metirsiyek mezin bo ser welatê xwe dizane.