Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Netanyahu: “Amerîka û Îranê li ser rêkkevtineke piçûk danûstandinên nerasterast kirine”

11:56 - 14 Hezîran 2023

Rojnameya “Êksiyos” (Axios) di raporekê de daye zanîn: “Netanyahu di civînekê de gotiye ku Baydin bi Îranê re li pey “rêkevtineke piçûk" e, û ew rêkkevtine pêşîgirtina 60% a Uraniyoma meyandî û azadkirina pereyên bilokekirî yê rejîma Îranê û guhertina girtiyên herdu aliyan e”.

Rojnameya “Êksiyos” (Axios)ê ragihandiye: “Serokwezîrê Îsraîlê Bênyamîn Netanyahu ji Komîteya Pêwendiyên Derve û Asayişê ya Knîssêtê re ragihaniye ku Baydin bi Îranê re li ser “rêkkevtineke piçûk” an “têgihiştinek”e pêwendîdar bi bernameya Navkî ya Îranê, danûstandinên nerasterast kiriye”.

Wê rojnameyê di rapora xwe de wiha nivîsiye: “Îdareya dewleta Baydin heya niha bi eşkere piştrast nekiriye ku wan di wê dawiyê de li Omanê bi Îranê re danûstandinên nerasterast kirine, wekî ku rojnameya “Axios" berê jî ragihandibû, rayedarên Îranê jî red kirine ku ew li ser rêkkevtina demkî ya bi Tehranê re lihev digerin”.

Rojnameya “Axios” hefteya borî ragihandibû ku karbidestên Amerîkî û Îranî meha borî li Omanê danûstandinên nerasterast hebûne ku karbidestên Omanî di navbera her du alîyan de navbentçî dikirin.

Netanyahu li dijî rêkkevtineke nû ya Amerîkayê bi rejîma Îranê re ye. Ew bi berdewamî givaşan dixwe ser dewleta Baydin ku bi Îranê re danûstandinê nekin.