Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîstekî Spaha Pasdaran li Şabada Kirmaşanê hate kuştin

12:22 - 14 Hezîran 2023

Terorîstekî Spaha Pasdaran ê bi navê “Mehdî Şamelekî” li şerûpevçûnekê digel çend kes li bajarê “Şabad”a Kirmaşanê hate kuştin û du terorîstên din ên Spaha Padaran jî birîndar bûn.

Pêwendiyên Giştî yên Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Kimaşanê nivîsiye: “Şeva Sêşemî 23ê Cozerdanê, çend endamên Spaha Pasdaran bo girtina tohmetbarekî li bajaroka Cîhad a ser bi bajarê Şabadê ber bi wê bajerokê ve çûne. Di encama şerûpevçûnê de, 2 endamên Spaha Pasdaran birîndar bûne û pasdar Mehdî Şamelekî bi sedema dijwariya birînan hatiye kuştin”.

Hêjayê gotinê ye ku roja Yekşemî 21ê Cozerdanê jî, endamekî Spaha Pasdaran ê bi navê “Secad Emîrî” di şerûpevçûnekê de digel çekdarên nenaskirî li şehreka Kenarçiya Kirmaşanê hate kuştin.