Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê dûrxistin, qedexeya lixwekirina cilên melatiyê bo herimî bi ser du mamsoteyên Kurd de hate sepandin

15:15 - 14 Hezîran 2023

Cezayê dûrxistin ji bajarên xwe, qedexeya lixwekirina cilên melatiyê bo herimî û çendîn sal girtîgeh bi ser Mamoste “Luqman Emînî” pêşnimêjê Mizgevata “Cami`a a Çar Yarê Nebî” ya Sinê û Mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenelle”, pêşnimêjê Mizgevta gundê Nenelleya Sinê de hate sepandin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di raporekê de belav kiriye: “Li gor cezayê ku ji aliyê Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemdedanê hatî dan, mamoste Luqman Emînî, bi 11 sal girtîgeh, dûrxistin bo bajarê Erdebîlê bo heyama du salan û qedexeya lixwekirina cilên melatiyê bo hertimî û qedexeya gotina xutbeya roja Înê bi ser de hatiye sepandin”.

Her li gor wê cezayê dadgeha rejîmê, Mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenelle” jî, 12 sal girtîgeh, dûrxistin bo bajarê Bûşehrê bo heyam du salan û qedexeya lixwekirina kincên melatiyê û herwisa qedexeya gotina xutbeya roja Înê bi ser de hatiye sepandin.

Dadgeha rejîmê ev tohmetane bi ser wan du mamosteyan de sepnadiye: “Propagende li dijî rejîmê di berjiwendiya yek ji hizbên Kurdî yên opozîsiyona Îranê de û handana xelkê ji bo afirandina aloziyan û piştevaniya serhildana Jin Jiyan Azdî”.

Kombûna dadgehîkirina wan du mamosteyên Kurd, roja Duşemî 17ê Cozerdanê li bajarê Hemedenê bi rê ve çûbû.