Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetiya malnişînkiriyan li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate lidarxistin

11:09 - 15 Hezîran 2023

Li 4 bajarên Îran û Kurdistanê malnişînkiriyên îdareya Dabînkirina Civakî kombûnên nerizayetiyên lidar xistin.

Roja Çarşemî 24ê Cozerdanê, li 4 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên weke “Kirmaşan, Ehwaz, Erdebîl û Şîraz”ê hejmarek ji malnişînkriyên îdareya Dabînkirina Civakî weke mehên derbasbûyî bi sedema nedana mûçe û gpiştguhxistina daxwazkariyên wan ji aliyê berpirsên rejîmê ve, kom bûn û bi dana dirûşman û bilindkirina pilakartan daxwaziyên xwe anîne ziman.

Pêka vîdyoyên belav bûyî, xuya ye ku di wan her 4 bajaran de malnişînkiriyên nerazî daxwaza wekheviya mafê xwe dikin û herwisa dibêjin ku heqê me pêka giranî û enflasyona ku di Îranê de heye nikare hewcehiyên jiyana me dabîn bike.

Herwisa li bajarê “Ehwaz”ê malnişînkiriyên nerazî tevî daxwazkirina mafê xwe, bi bilindkirina pilakartan piştevaniya xwe ji “Ferzane Zîlayî” parêzera kedkar, mamoste û malnişînkirî li vê parêzgehê kirin ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin û bi tohmeta “çalakî li dijî rejîmê” salek û nîv girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Kombûnên bi vî awayayî heyamek zêde ye ku li tev bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistane rojane berdewam in, weke mînak beriya wan kombûnane roja Duşemî 22ê Cozerdanê li 16 bajarên Îran û Kurdistanê kombûnên nerizayetiyê hatibûne lidarxistin.