Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama salekê de 168 kasibkarên Belûç hatine kuştin

11:11 - 15 Hezîran 2023

Rojnameyeke rejîmê di raporekê de nivîsiye ku sala borî, maşînên 170 şewatberên Belûç li ser rêyên derdora Îranşehr û Serbazê dema kasibkariyê de teqiyane û 168 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rojnameya “I`itimad” a ser bi rejîma Îranê di raporekê de daye zanîn, “di sala 1401an de, 170 maşîn ên kasibkarên Belûç li ser rêyên derdora Îranşehr û Serbazê di dema birina şewatê de teqiyane û 168 kes tê de hatin kuştin. Ji van 170 kesên şewatber, 147 jê jin û zarok bûn”.

Rojnameya I`itimad a rejîmê nivîsiye: “Her hefteyê bi awayê nivîncî 4 maşînên Nîsan ên Belûçan li rêyên Îranşehrê têne teqandin”.

Rapora rojnameya I`itimad a rejîmê di halekê de ye ku pêka rapora salane ya malpera “Halweş”ê, di sala 1401 a Rojî de, aliyê kêm 82 şewatberên Belûç tenê bi teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest dane.

Nebûna derfetên kar li Sîstan û Belûçistanê bûye sedem ku kasibkariya petrolê bibe take rê ji bo dahata hevwelatiyên Belûç ku ji rêya neçarî û bêkariyê ve berê xwe didin vî karê metirsîdar ku rojane rastî boseya hêzên rejîma serkutkar a Îranê tên.