Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Îtilaat a rejîmê rêgirî ji derkevtina “Mewlewî Ebdulhemîd” ji Îranê kir

11:13 - 15 Hezîran 2023

Wezareta Îtilaat a rejîmê, rêgirî ji serdena kesayetiyê olî û pêşnimêjê Mizgevta Mekkî ya Zahidanê, “Mewlewî Ebdulhemîd” bo Erebistanê kir.

Pêka rapora “Halweş”ê ku roja Çarşemî 24ê Cozerdana 1402 a Rojî hatiye belavkirin, Wezareta Îtilaat a rejîmê rêgirî ji serdana “Mewlewî Ebdulhemîd” bo welatê Erebistanê û birêvebirina rêûresma “Hec”ê kiriye û bi wî kesayetiyê olî re ragihandiye ku derkevtin ji welat bo wî qedexe ye.

“Mewlewî Ebdulhemîd” ji destpêka nerizayetiyên seranserî yên gelên Îranê li dijî desthilatê, bi berdewamî rexne ji siyasetên rejîma Îranê û Xamineyî girtiye.

Ofîsa Pêşnimêjê Înê ya bajarê Zahidanê, tevî îşarekirin bi amadekariya pêşdem a “Mehlewî Ebdulhemîd” bo Hecê ragihandiye, ku bi sedema rêgiriya desthilatê û qedexekirina derkevtina “Mewlewî Ebdulhemîd” ji welat, ew nikare serdana Erebistanê bike.

Navbirî berê jî li 30ê Pûşpera 1397 a Rojî, li hevpeyvînekê digel rojnameya “I`itmad” ragihandibû, ku tevî vergirtina bilît û vîzayê bo serdana welatê Qeterê û hevdîtin digel xizm û kesûkarên xwe, bi sedema dijayetîkirina berpirsên rejîmê, nekariye vê serdanê bike.

“Mewlewî Ebdulhewmîd” ragihandiye, ku heta bo serdanekê bo devera rojavayê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî, rastî dijayetîkirina hêzên ewlehî yên rejîmê hatiye.