Wezareta Derve ya Amerîkayê îdiayên rejîma Îranê li derheq rêkevtin li ser pirsa navkî red dike û ew yeka bi direw daye zanîn.
Çend roj berî niha hin ji çavkaniyên nûçeyî yên wek medyayên Îsraîlê li derheq vê yekê ku Amerîka û Îran li ser pirsa bernameya Navkî gehiştine rêkevtinekê û di hin raporan de jî belav kirine ku ew rêkevtine bi awayekî demkî bûye.
Lê di vê derheqê de “Matiyo Mîlêr” Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di civîneke rojnamevanî de, ew nûçe û raporên hatinî belavkirin red kir û ragihand, ku rêkevtin li ser pirsa Navkî digel Îranê di karê me de nîne û bo me girîng nîne û îdiayên derheq rêkevtnên demkî bi direw û xapîner daye zanîn.
Herwisa navbirî ragihandiye, ku siyaseta Amerîkayê li derheq Îranê di pileya yekê de eva bûye ku destê Îranê negihe bi çeka Navkî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwisa ragihandiye, ku çalakiyên meyandina Uranyomê ji aliyê rejîma Îranê ve di bin çavedêriya me de ye û em li ser vê yekê tekezî dikin ku bijardeya dîplomasiyê baştirîn e, lê bijardeyên din jî li ber destê me hene û em amade ne bo her egerekê.