Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa tendirustiya 2 welatiyên binçavkirî li girtîgeha rejîmê li bajarê Îlamê neqenc e

11:57 - 15 Hezîran 2023

Rewşa tendirustiya 2 welatiyên xelkê bajarê Avdanan ê ser bi parêzgeha Îlamê yên bi navên “Mihemed Daniyalî û Nasir Rizayî” ku di girtîgeha rejîmê li bajarê Îlamê de kevtine gireva biçîbûne, neqenc e.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rewşa tendirustiya “Mihemed Daniyalî” yê temen 23 salî û “Nasir Rizayî” yê temen 43 salî yên xelkê bajarê Avdananê ku 19ê Cozerdana 1402 a Rojî, bi sedema gireva birçîbûnê li girtîgeha îdareya Îtiaat a rejîmê bo odeyên takekesî hatibûne veguhastin, neqenc e.

Ew du welatiyên Kurd, roja derbasbûyî bo benda giştî ya girtîgehê hatine veguhastin û tevî nebaşbûna rewşa tendirustiya wan, hewl dane ku bo nîşandana nerizayetiya xwe, lêvên xwe bidrûn.

Berpirsên girtîgehê bi hênceta çûna dadwer bo mirexesiyê, ji pêragihîştin bi dosyeya wan du welatiyan, xwe diparêzin.

Herwisa bi sedema germbûna hewa, rewşa tendirustiya “Mihemed Daniyalî û Nasir Rizayî” xirab bûye û ew yeka di halekê de ye ku wan du welatiyan ragihandine, heta gihîştin bi daxwaziyên xwe yên rewa, dest ji gireva birçîbûnê bernadin.