Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Demdirêjkirina biryara binçavkirina demkî ya Jîna Muders Gurcî

12:51 - 15 Hezîran 2023

Biriyara binçavkirina demkî ya “Jîna Muders Gurcî” Çalakvana Mafê Jinan ji aliyê “Navenda Îslah û Terbiyet a Sinê” ve bo heyama 10 rojên din hate zêdekirin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 24ê Cozerdanê, “Jîna Muderis Gurcî” Çalakvana Mafê Jinan, ku li destpêka şoreşa Jin, Jiyan, Azadî hatibû binçavkirin, biryara binçavkirina demkî ya wê bo 10 rojên din hate zêdekirin.

Meha Banemera îsal, Taya 1 a Lêpirsîna Dadgeha Giştî û Şoreş ya rejîmê li bajarê Sinê, sikalaya “Jîna Muders Gurcî” Çalakvana Mafê Jinan dijî hêzên îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê li derheq zevtkirina azadiya takekesî û bêparkirin ji mafê diyarîkirî ji yasaya bingehîn, dizîna mirovan, lêdan, tundûtîjî û bêrêzîkirin bi kesên asayî red kiriye û bi derkirina biryarê, lipeyketin bo vê sikalayê ragirtiye .

Navbirî 21ê Xakelêwa 1402an a Rojî, bo carek din ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û roja 20 Banemerê ji odeyên takekesî yên Navenda Îslah û Terbiyet a rejîmê li bajarê Sinê bo benda giştî hatibû veguhastin.

Jîna di lêkolînekê de tohmeta “belavkirina direw ji rêya gotûbêj digel medyayên dijberê rejîmê” bi ser de hatibû sepandin.

Ev çalakvana mafê jinan li detpêka şoreşa Jin Jiyan Azadî hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê hatibû azadkirin, navbirî bi belavkirina postekê li ser Înstagrama xwe behsa guherîna tohmeta xwe “bo çêkirina girûpan bi mebesta herifînê” kiribû.