Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: Em ji civatgeha cîhanê daxwazê dikin ku li hember gefên Komara Îslamî bêdeng nemînin

22:38 - 1 Hezîran 2023

Xelkê xebatkar û azadîxwaz ên Îran û Kurdistanê!

Rêkxistinên mafê mirovî û civatgeha navnatewî!

Rejîma Komara Îslamî ku li hember xwenîşandan û serhildana xelkê û şoreşgêrî ya Jînayê kevte qedeman, bi bikaranîna maşîna îdamê û dezgeha serkutê ji aliyekî ve û ji aliyê dinê ve bi anîna hêz û gefxwarinên êrîşa mûşekî û dironî, di hizira qirkirina jin, zarok û penaberên Kurdên Îranî de ye ku bi salan e li Herêma Kurdistana Îraqê dijîn.

Em hemû dizanin ku serhildana şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê li Kurdistanê bû. Me wek hizbên siyasî yên Kurdistana Îranê gelek caran ragehandiye ku me pişta xwe daye tevgera medenî û nerazîbûna xelkê û me ji nav axa Kurdistana Îraqê ti operasyonên leşkerî nekirine û nakin. Lê rejîma Komara Îslamî çendîn car bi mûşek û dironan êrîşê ser me û kampên me kiriye û can û malê xelkê Kurdistana Îraqê jî, ji êrîşên wan di asayişê de nebûne.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê daxwazê ​​ji hemû sazî û rêkxistinên navdewletî û mafê mirovî û hemû hêzên navçeyî û cîhanî dike da ku li hember cinayetên Komara Îslamî ya Îranê li dijî hizb û penaberên Kurd ên Îranê helwestê nîşan bidin û bi kiryar hewlê bibin da ku pêşiya wê yekê bigirin.

Em ji hemû xelkê Îran û Kurdistanê li hundir û derveyê welat daxwazê dikin ku bi xwenîşandaneke cemawerî bersiva her cure destdirêjiyên Spaha Pasdaran bidin.

Mirin û neman ji bo rejîma dîktator a Komara Îslamî

Bijî yekîtiya xebatkarane ya gelên Îranê li dijî rejîmê

Jin, Jiyan, Azadî

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

11ê Cozerdana 1402 a Rojî

1ê Hezîrana 2023an