Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê welatiyên Urmiyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

10:17 - 17 Hezîran 2023

Sê welatiyên xelkê bajarê Urmiyê bi navên “Siyaweş Qesabiyan, Umîd Dasar û birayê wî Ferîd Dasar” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê, roja Sêşemî 23ê Cozerdanê, hêzên rejîmê 2 welatiyên bi navên Siyaweş Qesabiyan û Umîd Dasar xelkê gundê Fîroziyan ê ser bi devera Somaya Urmiyê girtine.

Hêzên rejîmê Siyaweş Qesabiyan di mala xwe de û Umîd Dasariyan jî di nav holeke dawetê de girtine.

Rojek piştî girtina wan du kesên navbirî ji aliyê hêzên rejîmê ve, roja Çarşemî 24ê Cozerdanê, hêzên rejîmê birayê Umîd Dasar yê bi navê Ferîd Dasar jî girtine û bo cihek nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek derheq girtina wan ber dest nîne.