Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Şabadê sed û şêst hevwelatî hatine gazîkirin û lêpirsîn digel wan hatiye kirin

10:54 - 17 Hezîran 2023

Di çar rojên derbasbûyî de herî kêm 160 welatiyên Şabadê ku piraniya wan xelkê gundê Lor in, ji aliyê navendên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine gazîkirin û lêpêçîn digel wan hatiye kirin. Ev givaşane piştî kuştina 2 endamên hêzên rejîmê li parêzgeha Kirmaşanê çê bûne.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê belav kiriye, di heyama çar rojên borî de, navendên ewlehî yên rejîmê 160 welatiyên bajarê Şebadê bang kirine û ew rastî lêpêçînê hatine. Ev banghêjiye piştî êrîşa hêzên rejîmê li ser gundê Lor yê vî bajarî hatiye destpêkirin û di wê êrîşê de hêzên rejîmê bi bê ti armanceke diyarîkirî ew gunde dane ber gulleyan.

Hengawê di vê derheqê de ragihandiye ku, medyayên rejîmê îdia kirine ku operasiyon ji bo girtina kujerên Secad Emîrî, endamê Spaha Padaran ku roja Yekşemî li Kirmaşanê hate kuştin, hatiye kirin.

Di wê êrîşa Spaha Pasdaran de, endamekî Spahê yê bi navê Mehdî Şakeremî, bi sedema kevanekirina guleyên wan bixwe hate kuştin û kesek medenî jî hate birîndarkirin.