Endam û alîgirên dilsoz yên PDKÎ li bajarê Mihabad û Pîranşarê bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê û belavkirina sirûdên şoreşgêrî yada şehîdên “Qereseqel”ê bilind ragirtin.
Pêka wêne û vîdoyên ku bo tora medyayî ya “Kurd Channel”ê hatine şandin, roja Înê 26ê Cozerdanê, endam û alîgirên biwêr yên PDKÎ bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê û danîna logoya PDKÎ û herwisa belavkirina sirûdên şoreşgêrî, yad û navê şehîdên “Qereseqelê” bilind ragirtin.
Endamên dilsoz û çavnetirs yên Hizbê li gundê “Laçîn” yê girêdayî bajarê “Mihabad”ê bi danîna alaya pîroz a Kurdistanê û logoya PDKÎ herwisa belavkirina sirûdên şoreşgêrî li ser tirba pîroz a şehîdan, yad û navê wan şehîdan bilind ragirtin û digel rê û rêbaza wan şehîdan peymana wefadariyê nû kirin.
Ji aliyeke dinê ve, roja Înê endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Pîranşarê, bi hilkefta salroja şehîdkirina şehîdên “Qereseqel”ê li şeqama mizgevta giştî ya “Şînavê” bi bilindkirina alaya Kurdistanê bi dirêjahiya 5 metran çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Endamên biwêr yên PDKÎ li bajarê Pîranşarê, di dema nimêja Înê de bi mebesta bilindragirtina yad û bîra şehîdên “Qereseqel”ê, bi bilindkirina alaya Kurdistanê carek din peymana wefadariyê digel wan şehîdan û tev şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê nû kirin.