Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antonî bilînkên raporên li derheq lihevkirina Amerîka û Îranê li ser dosyeyên Navkî û girtiyên Amerîkayî, red kir

11:20 - 17 Hezîran 2023

Wezîrê Derve yê Amerîkayê raporên belavbûyî li derheq lihevkirina Amerîka û Îranê li ser bernameya Navkî û azadkirina binçavkiriyên Amerîkayî yên li girtîgehên rejîma Îranê, bi tevahî red kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkên” li civîneke rojnamevaniyê de digel Wezîrê Devre yê Sengapûrê, di bersiva pirsyarekê de li derheq danûstandina nerasterast a Amerîkayê digel Îranê li welatê Omanê got: “Min çendîn raporên taybet bi lihevkirina Amerîka û Îranê li ser pirsên Navkî an li derheq binçavkiriyan dîtine, gelek bi rohnî ez dibêjim ku ew raporane rast nînin û çewt in”.

Navbirî li derheq bernameya Navkiya rejîma Îranê got: “Em micid in ku rêgirî ji destpêregêhîştina Îranê bi çeka Navkî bikin û bi hizra me, dîplomasî baştirîn rê ye bo gihîştin bi vê armancê, lê me ti bijardeyek li ser mase hil negirtiye”.

Herwisa navbirî li derheq Amerîkayiyên binçavkirî di girtîgehên rejîma Îranê de got: “Bo min ti mijarek ji vê yekê xweştir nîne ku bibêjim me li derheq azadiya wan digel Îranê li hev kiriye, lê di vê derheqê de ti lihevkirinek nehatiye kirin”.