Kolberekî Kurd bi sedema lipeykvetin û teqekirina hêzên rejîmê bi dijwarî birîndar bûye.
Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, kolberekî Kurd yê bi navê “Muxtar Kuyîk” yê temen 45 salî û xelkê bajarê “Merîwan”ê li sînorê “Newsûd”ê bi sedema teqekirina hêzên ser sînor yên rejîma Îranê û revîn ji destê wan ji bilindahiyê ve dikeve û bi dijwarî birîdar dibe.
Navbirî bo navendên dermanî li bajarê Sinê hatiye veguhastin û rewşa tendirustiya wî nebaş e.
Hevdem digel birîndarbûna wî kolberî Kurd, barên çend kolberên din jî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û birin.
Muxtar Kuyîk xêzandar û bavê zarokekê ye.