Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa hêzên rejîmê bo ser Zanîngeha Huner a bajarê Tehranê û bertekên xwandekaran

11:33 - 18 Hezîran 2023

Hêzên rejîmê bi sedema sepandina hicaba bi zorê û nerizayetiya xwandekaran derhe sepandina hicaba bi zorê, êrîşê ser zanîngeha Tehranê kirin û çendîn xwandekar jî binçav kirin.

Duh roja Şemî 27ê Cozerdanê, hêzên kinc şexisî û Yekeya Taybet a rejîmê li bajarê Tehranê bi sedema sepandina hicaba bi zorê û sepandina xavikek taybet ya bi navê “Meqne`e” û nerizayetî nîşandana xwandekaran, êrîşê ser zanîngeha Huner a bajarê Tehranê kirin.

Ji aliyeke dinê ve, tevî êrîşên hêzên rejîmê, Serokê Hiraseta Zanîngehê li derheq hicaba bi zorê gef ji wan xwandekaran xwariye ku dê bi çeka Doşkayê ji wan bixe.

Li derheq wan êrîş û gefxwarinan, xwandekarên Zanîngeha Huner a Tehranê bi belavkirina peyamekê bertek nîşandan.

Di peyama wan xwandekaran de îşare bi şehîdên serhidana “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye kirin û rû li berpirs û karbidestên zanîgehê ragihandine, ku di navbera me û we de behrek xwînê heye.

Herwisa di beşek din de hatiye, eva nêzî salekê ye ku hemû xelk bi hev re yekgirtî ne û me ti gotinek gel we nîne, bilî yek peyv ku ev jî “na” ye.

Di dawiya peyama xwe de ragihandine, ku em êdî nazivirine paş û ji birînên me yên meha Xermanana derbasbûyî hê jî xwîn jê diçe.

Ji aliyek dinê ve, xwanekarên vê zanîngehê bi nîşana rêzgirtin ji şehîdên serhidanê weke hêma, çend tirb li nava hewşa zanîngehê çê kirine û li dorê kom bûne.

Hêjayê gotinê ye, ku di dema êrîşa hêzên rejîmê bo ser xwandekarên nerazî, zêdtir ji 10 xwandekar hatine binçavkirin û bo ciheyek nexuya hatine veguhastin.