Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meşrûbta destî li Îranê canê 14 kesan jê standin

12:35 - 18 Hezîran 2023

Bi sedema vexwarina madeya elkolî ya bi navê “Mêtanol”ê li bajarê Îslamabad û Kerecê 14 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek zêde jî jehirî bûne.

Pêka nûçeyên belav bûyî, roja Înê 26ê Cozerdanê, hejmarek ji xelkê bajarên Îslamabad yê girêdayî bajarê Kerecê û herwisa yên xwedî bajarê Kerecê bi sedema vexwarina şaş ya meşrûbata elkolî ya genîbûyî, 14 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 141 kes jî bi dijwarî jehirî bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Fermandê Polîsa Întizamî ya parêzgeha Elborzê, di vê derheqê de ragihandiye, “ew madeya hatî vexwarin, “Mêtanol” bûye ku gelek metirsîdar e bo leşê mirovan.”

Salane li Îranê bi dehan kes dibine qurbaniya vexwarina madeyên elkolî yên nestandard û gelek alî û karnas, sedema sereke ya bûyerên wiha qedexekirina anîna madeyên elkolî yên standard bo nava Îranê dane zanîn, û di nebûna madeyên standard xelk rû li kirîn û çêkirina madeyên nestandar yên weke “Mêtanol”ê dikin.