Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kolberên Kurd li sînorê bajarê Newsûdê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine birîndarkirin

12:40 - 18 Hezîran 2023

Li ser sînorê Newsûdê 3 kolberên Kurd ku nasnameya yek ji wan nehatiye zanîn, li encama teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatine birîndarkirin ku rewşa tendirustiya yek ji wan nebaş e.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, dimjimêrên şeva 27ê Cozerdana 1402 a Rojî, du kolberên Kurd ên bi navên “Sebûr Seyîdî”, xelkê gundê “Kilaşhûş” ê ser bi bajarê Ciwanroyê û kolberek din jî ku nasnameya wî nehatiye zanîn li nêzî gundê “Dizawer” ê ser bi devera Newsûdê, li encama teqeya rasterast a hêzên Sapaha Pasdaran a rejîma Îranê bi dijwarî birîndar bûne.

Herwisa “Hengaw” belav kiriye, ku pêyên wan du kolberan di encama teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a rejîmê de birîndar bûne, ku bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hatine veguhastin ku rewşa tendirustiya yek ji wan bi nebaşî hatiye ragihandin.

Hengawê ragihandiye ku “Ferzad Îmamî” yê xelkê bajarê Paweyê jî, roja Înê 26ê Cozerdanê, di dema kolberiyê de kevtiye ber teqeya rasterast a hêzên Henga Sînorî  û serûçavên wî kolberî birîndar bûne.