Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Revandina xwendekareke Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê li Tehranê

12:42 - 18 Hezîran 2023

Maîde Ademî Mukrî, xelka bajarê Mihabadê û xwendekara Zanîngeha Huner ya Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Li gor raporên rêkxistinên mafê mirovî, roja Şemî 27ê Cozerdana 1402 a Rojî, xwendekara Kurd a Zanîngeha Huner a Tehranê ya bi navê “Maîde Ademî Mukrî” a xelka bajarê Mihabadê li hember baxçeyê Nîştimanî yê wê zanîngehê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin.

Herwisa roja derbasbûyî jî, herî kêm 10 xwendekarên din ên Zanîngeha Huner a Tehranê bi maşîna “Wen” a bê hejmar a hêzên ewlehî yên rejîmê hatine girtin û hejmarek ji xwendekar jî rê bi wan re nehate dan da ku herine nav zanîngehê.

Ev hewlên serkutkarane ên hêzên rejîmê di halekê de ye, ku di vê dawiyê de hejmarek ji xwendekarên Zanîngeha Huner a Tehranê li dijî hicaba bi zorê û bi zorê lixwekirina xavikên fermî yên îdarî di Îranê de ku jê re dibêjin “meqne`e” nerazîbûna xwe nîşan dabûn.

Hêjayê gotinê ye ku di heyama çend rojên derbasbûyî de xwendekarên Zanîngeha Huner a Tehranê li dijî rewşa niha ya zanîngehê û milîtarîzekirin û çavdêriya tund a zanîngehê ji aliyê hêzên rejîmê ve nerazîbûna xwe nîşan dabûn.