Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derkirina mamosteyekî olî yê bajarê Pîranşehrê ji Mizgevta vî bajarî

12:50 - 18 Hezîran 2023

Bi fermana Spaha Pasdaran a terorîst mamostekî olî yê xelkê bajarê Pîranşarê ji Mizgevta vî bajarî hate derxistin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, mamosteyekî olî yê bi navê seyîd “Mihemed Emîn Parsa” pêşnimêjê Mizgevta “Pîranşehr”ê, bi fermana Spaha Pasdaran ji vê Mizgevtê hate derxistin.

“Kurdpa”yê daye zanîn, ku ev mamosteyê Kurd bi sedema piştevanîkirin ji serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye derxistin.

Herwisa hatiye ragihandin, ku ev karê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê nerizayetiya xelkê deverê li pey xwe aniye.

Mamosta seyîd “Mihemed Emîn Parsa” yek ji wan mamosteyên Kurd e ku beşdarî di daxuyaniya hevpar a piştevaniya mamosteyên bajarê Pîranşehr li şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê kiribû.