Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna givaşên rejîma Îranê li ser mamosteyên olî yên Kurd li Kurdistanê

08:06 - 19 Hezîran 2023

Givaşên li ser mamosteyên olî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve berdewam e û pêka amaran ji destpêka sala 2023an ve heta niha aliyê kêm 16 mamosteyên û kesayetiyên olî yên Kurd hatine girtin.

Li gorî Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, piştî serhildana xelkê ya piştî kuştina Jîna Emînî, di heyama şeş mehên destpêka sala 2023an de, herî kêm 16 mamosteyên olî yên Kurd li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, ku piraniya wan ji bo piştevanî ji serhildana Jin, Jiyan, Azadiyê hatine girtin.

Pêka wê raporê, 12 kes ji wan mamosteyên olî ji aliyê dadgehên rejîmê ve sizayê giran bi ser wan de hatiye sepandin ku bi giştî zêdetirî 54 sal cezayê girtîgehê û lêdana 294 qamçiyan, li dijî van mamosteyên olî yên Kurd hatiye danê.

Hengaw dibêje, di şeş mehên destpêka sala Zayînî de, herî kêm 16 mamosteyên olî yên Kurd li bajarên cuda yên wek Pîranşehr, Ciwanro, Rebet, Serdeşt, Bane û Sinê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û dadgehîkirin.

Li gorî vê raporê, sedema gazîkirin, gefxwarin, lêpirsîn û givaşên li ser wan mamostayên olî yên Kurd ji aliyê navendên rejîmê ve, piştevanî ji serhildana xelkê ya li dijî rejîmê ye.

Hengaw dibêje, mamostayên Sunne mezheb ji aliyê melayên Şî`e ve di dadgehên taybet ên mamosteyan de hatine dadgehîkirin, ku ev yeka di bingehê de li dijî pîvanên olî û fiqihî yên Sunne mezheb e. Di vê derheqê de hemû kesên têne darizandin ji mafê parastin ji xwe wek hebûna parêzer û mafê parastin ji xwe li gor pîvanên baweriya wan mamosteyan bi wan re nayê danê.

Ji destpêka şoreşa Jin Jiyan Azadî ve, gelek çalakvanên mezhebî û mamostayên olî yên Kurd bi sedema piştgirîkirin ji şoreşa Jînayê, rastî givaş, gefxwarin û lêpêçîna hêzên rejîmê hatine.