Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên Şabadê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

08:47 - 19 Hezîran 2023

Tevî girtin û gazîkirina berfireh a welatiyên bajarê Şabad ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, du welatiyên din ên vî bajarî yên bi navên “Saman Nadirî û Xulamriza Eskerî”, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatine binçavkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Sêşemî 23ê Cozerdanê, Xulamriza Eskerî yê xelkê bajarê Şabadê û Saman Nadirî yê endaziyar û xelkê gundê “Lur” ê ser bi vî bajarî di mala xwe de ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst ve hatine girtin.

Hengaw dibêje, beriya girtina van du welatiyane, di rojên derbasbûyî de, nêzî 160 kes ji xelkê Şebadê ku piraniya wan xelkê gundê Lur in, li ser kuştina endamekî Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Kirmaşanê, ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin gazîkirin û lêpirsîn dige wan hatiye kirin.

Şeva Sêşemî 23ê Cozerdanê, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, êrîşê ser gundê Lur ê ser bi bajarê Şabadê kirin û bi bê ti sedemekê malek dorpêç kirin û dane ber gulleyan û di encama kevanekirina gulleyên wan, endamekî wê saziya terorîstî ya rejîma Îranê hate kuştin.