Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna aliyê kêm 7 kombûnên nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê

09:14 - 19 Hezîran 2023

Duh roja Yekşemî 28ê Cozerdana 1402 a Rojî, li çendîn bajarên Kurdistan û Îranê aliyê kêm 7 kombûnên nerizayetiyê li dijî gendeliya berpirsên rejîmê û guhnedana wan bi daxwazkariyan bi rê ve çûn.

Li gor rapora Rêkxistina Mafê Mirovî ya “Hêrana”yê, duh roja Yekşemî, komek ji malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî li bajarên Şûş, Ehwaz, Kirmaşan, Kerxe, Heft Tepe, Şûşter û Reştê li ber avahiya Îdareya Dabînkirina Civakî, bi lidarxistina kombûnên nerizayetiyê daxwaza bicihanîna daxwazkariyên xwe kirin.

Li gorî vê raporê, malnişînkiriyên nerazî daxwaza “wergirtina mûçeyê bilindtir ji hêla hejariyê, mifahwergirtin ji xizmetguzariyên pizîşkî yên bê pere, baştirkirina xizmetguzariyên xweşbijîviyê û vegerandina serxwebûna Rêxistina Dabînkirina Civakî” kirin.

Di wê kombûna nerizayetiyê de wan malnişînkiriyan dirûşmên wek “malnişînkirî hişyar e û ji gefan bêzar e”, giranî û enflasyon belayê canê xelkê ye, û malnişînkirî hawarê bike û ji bo mafê xwe biqîrîne” û dehan dirûşmên dinê dan.

Kombûnên nerizayetyê yên tex û qatên cuda ên civatgehê li dijî gendeliya berpirsên rejîmê roj bi rojê zêde dibe û heta di nav hin ji wan kombûnan de dirûşmên rûxîner li dijî rejîma Komara Îslamî û rêberê rejîmê didin.