Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birayê seyîd Kemal Ehmedpûr yê şehîdê serhildana Jînayê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

09:23 - 19 Hezîran 2023

Duh roja Yekşemî 28ê Cozerdanê, birayê seyîd “Kemal Ehmedpûr” ku yek ji şehîdê serhildana şoreşa Jînayê li bajarê Mihabadê ye, yê bi navê seyîd “Ebdullah Ehmedpûr” ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma serkutkar a Îranê ve hete girtin.

Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 28ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê seyd “Ebdullah Ehmedpûr” yê temen 45 salî û kurê seyîd Tahir û xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate girtin û bo ciheke nediyar hate veguhestin.

Kurdpa dibêje, “ev welatiyê han ji aliyê hêzên ewlehî ve li cihê karê xwe li ser rêya Menbe`i, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin”.

Seyîd Kemal naskirî bi (Xaliq) Ehmedpûr yê birayê seyîd Ebdullah, roja Înê 27ê Xezelwera 1401 a Rojî, li serhildana Jin, Jiyan, Azadî li bajarê Mihabadê bi sedema gulleyê hêzên rejîma Îranê hate şehîdkirin.