Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kanadayê bo piştevanî ji şoreşa “Jîna”yê xwenîşandanek bi rê ve çû

10:46 - 19 Hezîran 2023

Li bajarê Venkovêra Kanadayê bo piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê û şermezarkirina cinayetên rejîma Îslamî ya Îranê, xwenîşandanek bi rê ve çû.

Roja Şemî 27ê Cozerdana 1402 a Rojî, li “Art Galêrî” ya navenda bajarê “Venkovêr”ê li rojavayê welatê Kanadayê, bi hevkariya Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Îraniyên rûniştî yên vî bajarî, bo şermezarkirina rejîma Îslamî ya Îranê, xwenîşandanek hate lidarxistin.

Bernameya wê xwenîşandanê bi pêşkêşkirina çendîn peyam ji aliyê çalakvanên cuda yên neteweyên “Kurd û Belûç” hate destpêkirin.

Piştre çalakvana Gîlek “Nîgar Reşîdî”, di peyama xwe de îşare bi bidarvekirin û binçavkirina azadîxwazan ji destpêka hatina serkar a rejîma Îslamî ya Îranê ve heta şoreşa “Jîna”yê kir.

Piştre peyama Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê berpirsê beşa Ragihandin a Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Kanadayê “Kiyûmers Beygî” hate pêşkêşkirin, ku di vê peyamê de bas ji cinayetên rejîma Îslamî ya Îranê li Kurdistanê hate kirin ku bi hatina “Xelxalî” bo Kurdistanê û bidarvekirina azadîxwazan dest pêkir û heta şoreşa “Jîna”yê her berdewam bûye.

Navbirî di beşeke din de îşare bi anîna hêza leşkerî bo ser sînorên Kurdistanê û topbaran û mûşekbarana bargehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir û da zanîn, ku armanca rejîmê ji wan kiryaran, destêwerdan di welatên dinê de ye.

Herwisa çalakvanê kedkariyê “Ebas Mandigar”, gotarek li derheq cinayetên rejîma Îslamî ya Îranê bi taybet bidarvekirina girtiyên siyasî di girtîgehên rejîmê de li dehika 60an a Rojî kir.