Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Îsmet Ebdî di rêûresmekê de li welatê Holendê bi axê hate spartin

11:18 - 19 Hezîran 2023

Rêûresma biaxspartin û sersaxiya xwedêjêrazî “Îsmet Ebdî” endamê berê yê rêberiya PDKÎ di nava girseya endamên Hizbê û çendîn kesayetiyên xuya li welatê Holendê bi rê ve çû.

Roja Şemî 27ê Cozerdanê, rêûresma dawî xatirxwastin, biaxspartin û bilindragirtina yada hevalê pêşmerge û endamê berê yê rêberiya PDKÎ, xwedêjêrazî “Îsmet Ebdî” li welatê Holendê bi rê ve çû.

Rêûresm demjimêr 7ê sipêdehê hate destpêkirin û malbat û rêhevalên xwedêjêrazî, bi alaya pîroz a Kurdistanê malavayî ji termê “Îsmet Ebdî” kirin.

Piştre hevdem digel girseya xelkê termê navbirî bo goristana bajarê “Amêsford” ê welatê Holendê hate veguhastin û bi sirûda nîştimanî ya hunermend “Mistefa Dadar” bi axê hat spartin.

Paşê rêûresma sersaxiyê ji aliyê malbat û hevalên wî ve bi rê ve çû; her di vê rêûresmê de hin ji kesayetî û hevçeperên pêşmergê koçkirî, yad û bîra wî bilind ragirtin, her di vê derheqê de “Mistefa Şelmaşî” bi nûneratiya PDKÎ basek li ser “Îsmet Ebsî” pêşkêş kir û li ser pêgeha navbirî li xebata şoreşgêrî ya gelê Kurd li qonaxên hestiyar de tekezî kir.

“Îsmet Ebdî” têkoşerê xwedî ezmûn û endamê berê yê rêberiya PDKÎ, roja Duşemî 22ê Cozerdan, bi sedema celteya mêjî li welatî Holendê koça dawî kir.