Mafiyayên zeviyan li bajarê “Banê” bi hevkariya navendên rejîma Îranê li vî bajarî heyamek zêde ye dixwazin ku zeviyên xelkê zevit bikin, lê xelkê bi yekgirtî ve heta niha li hember givaşên hêzên rejîmê rawestane û bi hemû awayekî li ser mafên xwe tekeziyê dikin.
Çendîn meh e rejîm û destûpêwendiyên wê û bandên mafiyayî yên Spaha Pasdaran dixwazin bi hênceta lihemberderkevtin li dijî dijberên xwe, milkê zêdetir ji 700 malbatên rûniştî li vî bajarî dagîr bikin, lê digel yekîtiya xelkê û xwedî milk û zeviyan rû bi rû bûne.
Heta niha malbatên xwedî milk bi awayekî yekgirtî rê nedane ku mafiyayên Spaha Pasdaran li Banê ku yek ji wan “Kemal Xidrî” Fermandarê rejîmê li vî bajarî û çendîn bikirêgirtiyên din yên rejîmê bi navên “B X, R T, A E” û komek xwefiroşên din biçine nava mikên wan û dibêjin: “Em rê nadin ku bikirêgirtiyên rejîmê bêne nava milkên me”
Xwediyê wan zevî û milkane ragihandine ku “em li ser milkê xwe heta dawî dilopa xwîna xwe şer dikin û amade ne li ser ax û şerefa xwe canê xwe jî bidin”.
Hêjayê gotinê ye ku wan malbatane belgên resen ên wan milkane hene.