Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Norwêj; Ji bo rêzdar Mistefa Hicrî semînerek rêkxistinî hate lidarxistin

10:59 - 20 Hezîran 2023

Semînerek rêkxistinî bo birêz “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li devera Osloyê, bi beşdariya hejmarek berçav ji endamên Hizbê bi rê ve çû.

Roja Yekşemî 28ê Cozerdana 1402 a Rojî, Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li devera Osloya Norwêjê, semînareke rêkxistinî bo birêz “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi beşdariya hejmareke berçav ji endamên hizb, lidar xist.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtinkirin digel beşek ji endamên Hizbê li welatê Norwêjê, piştî behskirin li ser yekgirtina refên Hizba Demokrat, behseke giştî li ser rewşa Îraqê û pêkhateyên wê û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir ku cihê akincîbûna rêberî, kadr û pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û hêzên din ên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Rêzdar Mistefa Hicrî behsek li ser givaşên Komara Îslamî ya Îranê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê û destêwerdana wê rejîmê di nav karûbarên Îraq û Rojhilata Navîn de kir.

Paşê navbirî behsek li ser pêwîstiya yekgirtina refên Hizba Demokrat û şoreşa “Jîna” û çanihêriyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê û heta hêz û aliyên neyar ên Komara Îslamî ya Îranê ji Hizba Demokrat kir û ew yeka bi roleke girîng bo Hizba Demokrat da zanîn û îşare bi wê yekê kir ku divê rol û reftar û biryarên Hizbê bi giştî di asta çavnihêriyan de bin.

Birêz Mistefa Hicrî di beşeke din ji axavtinên xwe de, behsa berdewamiya Navenda Hevkarî, civîn û gotûbêj digel tevahiya aliyên Rojhilatê Kurdistanê û hêzên hevpeyman li seranserê Îranê kir û cih û pêgeha Hizba Demokrat bilind nirxand û îşare bi diyalog digel aliyên Kurdistanî bi taybetî û aliyên Îranî bi giştî ku baweriya wan bi demokrasiya rasteqîne û mafê neteweyan li Îranê heye, kir û li ser wê yekê tekezî kir ku divê em guherinkariyê di zihniyeta xwe de bînin û hevdu bi hemû bîr û baweriyên cuda ve qebûl bikin.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di dawiya axavtina xwe de, li ser parastina nezm û dîsîplîna Hizba Demokrat tekezî kir û ji endamên Hizbê re daye zanîn ku nabe bi ti awayekî di nav torên civakî de digel alî û kesên din şerê derûnî bikin û divê di nav torên civakî de xwe ji hemû axavtinên naşîrîn û bêrêzîkirinê biparêzin, çimkî ewa ji ferhenga Hizba Demokrat û usûla demokrasiyê dûr e.